Li Wanê rêzebernameya Cejna Zimanê Kurdî

Captain123

Global Mod
Global Mod
Chalak Events ya Wanê ji bo 15ê Gulanê, Roja Cejna Zimanê Kurdî, rêzebernameyek amade kir. Li Wanê 3ê bername wê bê lidarxistin. Du bername wê bi du nivîskaran re wekî ‘Sihbetên Çayê’ be, ya din jî ‘Qirdik’ e.

12ê Gulanê, roja pênşemê bi nivîskar Remezan Kaya re sihbetek were lidarxistin. Kaya wê di vê sihbetê de li ser ‘Edebiyateke dekokoloniyal û estetîk pêkan e’ yê biaxive û nivîskar Mihemed Şarman jî wê civatê bigerîne. Ronî Şarman jî dê wê şevê bo mêvanan piyanoyê bixe.



13eyê Gulanê, roja înê bi nivîskar/wergêr Samî Hêzil re were lidarxistin. Samî Hêzil wê li ser ‘Mîtolojiyê û Wêjeya Kurdî’ raweste û dê li ser rengvedana hêmayên mîtolojîk ya di nav deqên edebî yên kurdî de biaxive û Heval Batu jî dê moderatoriya vê bernameyê bike.

14ê Gulanê, roja şemiyê bi şanoger Mehmet Erbey re li sahneya Tiyatro Mencelê, performansa stand upê pêk were. (ÇAND Û HUNER)