MakPirtûk li Ewropayê dest bi pirtûkfiroşiyê kir

Captain123

Global Mod
Global Mod
MakPirtûk ragihand ku li Almanyayê li ser înternetê dest bi firotina pirtûkên kurdî kir. Armanca vekirina MakPirtûkê li Ewropayê dixwazin bibin deng û rengên kurdî. Daxuyaniya ku ji aliyê avakarin malperê de çizgi belavkirin de wiha gotin: “Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran.”

‘EMÊ XWE BIGIHÎNIN XWÎNERÊN KURDÎ’

Malpera MakPirtûk li ser enternetê dest bi firotina pirtûkan kir. Navenda vê pirtûkfiroşiyê li Almanya ye. MakPirtûk bi daxuyaniyek nivîskî wiha behsa damezrandin û naveroka xebata xwe kirin:



“Em dixwazin her çi berhemên kurdî û yên derbarê kurdan de hebin, di demeke kin de bigihînin ber destên xwîneran. Qada xebata me bi taybetî hemû welatên Ewrûpayê ne. Her wisa li gor daxwazê em dê xwe bigihînin xwînerên kurdî yên li seranserê cîhanê jî. Xwînerên me li kîjan welatên cîhanê bin em dê bi rêyên herî guncav ji wan re bibin bersiv û em dê xwestekên wan ên pirtûkan bigihînin ber destên wan. Em hêvî dikin ku MakPirtûk bibe dilopek biçûk li qada xwendin û lêkolînên kurdî.” (NAVENDA NÛÇEYAN)